HSDê li nêzikî sînorê Sûriye û Iraqê operasyoneke berfireh encam da
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) operasyoneke ewlekarî li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li sînorê di navbera Sûriya û Iraqê de pêk anî.
Ofîsa ragihandinê ya HSDê aşkere kir, şervanên wan operasyoneke ewlekariyê ya berfireh li devera wadî El-Icêc li nêzîkî sînorê Iraqê encam de.
Li gor ragihandina HSDê, ev operasyon berdewamiya operasyonên berî niha ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ û qaçaxçiyan e.
HSDê bi daxuyaniyekê amarên meha borî yên girtina çekdaran li deverên bakur û rojhilatê Sûriyê belav kiribûn.
HSDê aşkere kiribû ku hêzên wan di meha borî de 58 endamên şaneyên nivistî yên “grûpên terorîst” li deverên curbisur ên bakur û rojhilatê Sûriyê girtine, 38 ji wan ser bi DAIŞê bûne û li Kampa Holê hatine girtin.
Li gor daxuyaniya HSDê: "Grûpên terorîst li gel DAIŞê meha Nîsanê 38 kiryarên terorîstî kirine, di heman demê de HSDê 96 çekdarên DAIŞê li wan deveran desteser kirine.