May 11, 2021 16:48 Asia/Tehran
  • QSD: Operasyona geliyê El-Ecîc di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku operasyona hêzên QSD`ê li geliyê El-Ecîc, di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Navenda ragihandina QSD`ê ragihand ku hêzên wan operasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî li herêma geliyê EL-Ecîc ku dikeve gundewarê bakurê Dêrezorê di roja sêyemîn de berdewam dikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin:

"Di sê rojên borî de de gelek cihên ji herêma geliyê El-Ecîc hatin paqijkirin. Hêzên me bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî gelek hucreyên veşartî ku rêxistina terorî DAIŞ`ê ji bo veşartina endam û çekên xwe bi kar dianî hatin dîtin û ruxandin.

Her wiha rêyên qaçaxtiyê ku DAIŞ'ê di veguhestina endamên xwe û tevgera wan de bi kar dianî hatin keşifkirin.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî di seatên şeva borî de hejmarek ji fûzeyan avêtin hinek hedefên li herêma geliyê El-Ecîc û hucreyên veşartî û rêyên qaçaxtiyê kirin armanc. Di heman demê de, balafiran firîna xwe li ezmanê herêmê berdewam kirin bi armanca şopandina tevgera şaneyên DAIŞ'ê.

Dewriyeyên hêzên me û yên Koalîsyona  Navneteweyî bi hejmarek ji niştecihên herêma geliyê El-Ecîc re civiyan.

Operasyona geliyê El-Ecîc ku di 9'ê vê meha Gulanê de bi piştgiriyeke bejahî û ezmanî ya Koalîsyona Navneteweyî dest pê kir."

 

Serepeyv