May 09, 2021 09:53 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê şêniyên Serêkaniyê koçber kirin û niha jî avê li ser wan qut dike

“Dema ku em tî dibin, em qedeha avê didin aliyekî heta ku em pir tî dibin û piştre vedixwin.” Ev gotina koçberên ji Serêkaniyê ye ku li kampa Waşûkanî jiyana xwe didomînin li gel ku dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê ava stasyona Elok li ser kantonê qut kiriye.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Piştî ku dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê  di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, bi hezaran sivîl ber bi bajarê Hesekê ve koçber bûn. Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwazîkirina şêniyan, kampa Waşûkanî li rojavayê bajarê Hesekê ava kir.

Li gorî hevserokatiya meclisa kampê derdora 2 hezar û 378 malbat anku 14 hezar û 572 koçber di kampê de bi cih bûne.

Azarên koçberên Kampa Waşûkanî bi qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê ve, zêde dibin. Ji dema dagirkirina herêmê ve, dewleta Tirkiyê 13 caran av li ser herêmê qut kiriye.

Der barê mijarê de koçbera bi navê Sibhiye El-Ehmed ji ANHA`yê re axivî û behsa azarên xwe yên ji ber qutbûna avê kir, nexasim di Remezanê de. Sibhiye teqez kir ku ji ber kêmbûna avê ew zehmetiyan di ava şûştin û vexwarinê de dikişînin. Sibhiye bi van gotinan trajediya ku tê de ye, rave kir: "Ji ber kêmbûna avê, heke em tî bibin, em qedeheke avê heta 2 saetan didin aliyekê, heta em pir tî dibin em vedixwin."

Koçberê bi navê Nasir El-Hecî qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî vê yekê, şermezar kir û wiha domand: “Ji ber êrişên dewleta Tirkiyê yên li dijî gelan, em ji malên xwe koçber bûn. Divê dewlet li kêleka me bisekinin."

El-Hecî diyar kir ku li rex azarên wan ji ber bilindbûna pileyên germahiyê di havînê de û belavbûna nexweşiyan, qutkirina avê ji aliyê dagirkera Tirkiyê ve asta azarên wan zêde dike.

El-Hecî got: “Ev li dijî mirovahî û sewalvaniyê zulm e. Heta kengî em dê ji ber zulma Erdogan azarên bikişînin?”

Têkildarî heman mijarê hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Ela El-Dîn Elî destnîşan kir ku ev 13 car in ku dewleta Tirkiyê avê li ser herêma Hesekê û navçeyên wê û kampên di nav de, dibire û qirkirina gelê herêmê dike armanc.

Elî qutkirina avê wek êrişeke din ji aliyê dewleta Tirkiyê ve bi nav kir. Elî teqez kir ku dewleta Tirkiyê armanc dike ku gelên herêmê yên hevgirtî û civakê qir bike.

Elî di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li Tirkiyê bikin û wê neçar bikin ku pabendî qanûnên navneteweyî be û avê di şerên xwe de bi kar neyne.

Serepeyv