May 06, 2021 09:18 Asia/Tehran
  • Li Efrînê teqîn: 5 zarok birîndar bûn

Ajansa fermî ya Tirkiyê belav kir ku li bajarê Efrînê ya bakurê rojavayê Sûriyê di encama teqîna otomobîleke bombekirî de 5 zarok birîndar bûn.

Li gorî ajansa tirkan, çend kesên nenaskirî otomobîleke bombekirî, li navenda bajarê kurdên Sûriyê Efrînê yê ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê dagir bûye, rawestandibûn, piştî demekê hatibû teqandin û 5 zarokên ku li nêzîkî otomobîlê dilîstin, birîndar bûn.

Teqînê ziyanên madî gihandine navçeyên derdora bûyerê û zarokên birîndar jî ji bo nexweşxaneyên navçeyê hatine veguhastin bo nexweşxaneyên navçeyê.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê dest bi lêkolînê kirine û heta niha ti aliyekî berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye û aliyên ewlehî yên Efrînê daxuyaniyek di vê derbarê de nedaye.

Serepeyv