May 03, 2021 10:57 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 148 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 148 kesên din bi Koronayê ketine û 12 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest daye, ji Hesekê, Qamişlo, Tebqa û Dêrazorê ne.

Mistefa da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 148 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 77 mêr in, 71 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 18

Qamişlo: 14

Dêrik: 7

Dirbêsiyê: 1

Kobanê: 9

Reqa: 31

Tebqa: 61

Minbic: 5

Şehba: 1

Kampa Holê: 1

Mistefa diyar kir ku 11 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 hezar û 111 kes bi Koronayê ketine, ji wan 605 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 640 kes jî baş bûne.

Serepeyv