May 01, 2021 11:48 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 37 kesên din bi covid-19 ketin

Îro Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 37 kesên din bi covid-19 ketine û 7 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 7 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Mistefa her wiha ragihand ku 37 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 23 mêr û 14 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 1

Qamişlo: 14

Dêrik: 15

Dirbêsiyê: 5

Minbic: 1

Şehba: 1

Mistefa destnîşan kir ku 14 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 15 hezar û 833 kes bi Koronayê ketine, ji wan 578 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 620 kes baş bûne.

Serepeyv