Nîsan 23, 2021 13:13 Asia/Tehran
  • Koçberên Efrînê: Dagirkeriya Tirkiyê nikare vîna me bişkîne

Koçberên Efrînê gotin, êrişên dewleta Tirkiyê vîna wan naşkîne; Wan her wiha teqez kir ku ew ê li hemberî hemû cûre êrişan li ber xwe bidin heta vegerin Efrînê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Beriya çend rojan balafireke bê mirov a dewleta Tirkiyê girê navçeya Til Rifetê ya herêmna Şehbayê bomebebaran kir.

Li ser mijarê, koçberê ji Efrînê yê bi navê Mihemed Xelîl ku li navçeya Til Rifetê dimîne got: "Piştî ku em bi darê zorê koçberî Şehbayê hatin kirin, dewleta Tirkiyê êrişên xwe yên li dijî sivîlên li navçeyê ranewestand, rojane bê serûber êriş dike, di encamê de heta niha bi dehan sivîl hatin kuştin."

Mihemed Xelîl got, tevî ku bi hezaran sivîl li nêzî girê Til Rifetê bi cih bûne, lê balafireke bê mirov a dewleta Tirkiyê gir bomebebaran kir.

Xelîl helwesta rêxistinên hiqûqî yên ku îdiaya mirovahiyê dikin şermezar kir û got: "Çavê xwe li ser rewşa koçberên Efrînê û sûcên ku artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê li dijî wan pêk tînin, digirin."

Şêniya bi navê Heyat Mihemed wiha axivî:" Dagirkeriya Tirkiyê bi domdarî koçberên Efrînê topbaran dike da ku vîna me bişkîne, lê ew di vê yekê de bi ser nakeve."

Heyat piştrast kir ku ew dê li hember tevahî êrişên hovane li ber xwe bidin heta ku vedigerin Efrînê.

 

Serepeyv