Nîsan 18, 2021 20:20 Asia/Tehran
  • Dema helbijartinên serokomariya Sûriyê diyar bû

Serokê Parlemana Sûriyê dema helbijartinên serokomariya vê welatî diyar kir.

Serokê Parlemana Sûriyê Hemude Sebax daxwaz ji wan kesan kir ku dixwazin bibin namzed belgeyên xwe ji roja 19.04.2021ê ve heta roja 28.04.2021ê pêşkeş bikin.

Hemude Sebax ragehand roja 20.05.2021ê wek roja dengdana hemwelatiyên Sûriyê ya li derveyî welat û roja 26.05.2021 jî wek roja dengdana hemwelatiyên navxwe yên Sûriyê û yên deverên dest kurdan bo helbijartina serokomariya vî welatî diyar kir.

Sebaxev hilbijartin girîng da zanîn û ji sûriyên derveyî welata xwest tê de bi awayekî cidî beşdar bibin.

Beşar Esed roja 17.07.2000ê piştî koça dawî ya bavê xwe Hafiz Esed bû serokê hikûmeta Sûriyê û heta niha li sê helbijartinên serokomariyê de piraniya dengan di helbijartinê de bidest xistiye.

Serepeyv