Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 220 kesên din bi covid-19 ketin
Nîsan 17, 2021 09:55 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê duh ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 220 kesên din bi Koronayê ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 5 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Mistefa her wiha ragihand ku li herêmê 220 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 117 mêr, 103 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 47
Qamişlo: 71
Dêrik: 50
Dirbêsiyê: 7
Amûdê: 1
Dêrazor: 15
Reqa: 26
Kampa Holê: 3
Mistefa destnîşan kir ku 14 kes baş bûne.
Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 13 hezar û 423 kes bi Koronayê ketine, ji wan 447 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 421 kes baş bûne.