Nîsan 09, 2021 15:54 Asia/Tehran
  • Bakurê Sûriyê; Li herêma Firatê qedexeya derketinê ya giştî ket meriyetê

Qedexeya derketina derve ya giştî ku Desthilata Herêma Firatê ragihandiye, vê sibehê ket meriyetê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Di roja yekemîn a qedexeya derketinê de, şêniyên herêma Firatê pabendî biryarê ne.

Desthilata Herêma Firatê di 6'ê Nîsanê de biryara qedexeya derketina derve ya giştî ji roja înê û heta 10 rojan, derxistibû.

Di biryarê de tê gotin: “Cihên giştî wekî (holên şahiyan, cihên olî, park, xwaringeh, qehwexane, cihên werzîşê, dikanên bazirganiye, pîşesaziyê û cilan) tên girtin û karê saziyên Desthilata Herêma Firatê tê rawestandin.

Biryara qedexeya giştî ji bo saziyên ku pêwîst e karê wan dewam bike wekî “Desteya Tenduristiyê, Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê, aşxane, firin, cihên firotina nan, cihên xizmeta kehrebeyê, rêxistinên mirovî û alîkariyan, Gerînendetiya Sotemeniyê) ne derbasdar e.

Li gorî biryarê, cotkar, firoşgehên şîr û penêr, firoşkarên sebze û fêkiyan dikarin ji bajaran derkevin an bikevin bajaran bi şertê ku çûn û hatin ji saet 6 heta 8:00`ê sibehê û ji saet 5 heta 7:00`ê êvarê be.

Biryara qedexeyê li herêma Firatê piştî çend rojan ji pêkanîna qedexeya giştî li bajarên “Qamişlo, Heseke û Reqayê” û qedexeya beşî li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji ber zêdebûna hejmara pêketyên vîrusa Koronayê, pêk tê.

Serepeyv