Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 236 kesên din bi covid-19 ketin
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 236 kesên din bi covid-19 ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Mistefa her wiha diyar kir ku wan 236 nexweşên din ên Koronayê li herêmê tespît kirine, ew jî 132 mêr û 104 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 57
Qamişlo: 99
Dêrik: 11
Dirbêsiyê: 4
Reqa: 25
Tebqa: 32
Şehba: 6
Til Temir: 2
Desteya Tenduristiyê ragihand ku 3 kes baş bûne.
Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 11 hezar û 769 kes bi Koronayê ketine, ji wan 415 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 354 kes baş bûne.