Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 304 kesên din bi covid-19 ketin
Nîsan 05, 2021 19:41 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li van deveran 304 kesên din bi Koronayê ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 304 kesên din bi Koronayê ketine ew jî 151 mêr, 153 jin in.
Dr. Ciwan Mistefa daxuyand ku kesekî ku berê bi koronayê ketibû, baş bûye.
Bi van daneyan re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 hezar û 813 kes bi Koronayê ketine, ji wan 396 kes jiyana xwe ji dest dane û hezar û 334 kes baş bûne.