Nîsan 03, 2021 21:21 Asia/Tehran
  • Qedexeya hatûçûnê li bakur û rojhilatê Sûriyê ji ber Pandemya Koronayê

Rêveberiya bakur û rojhilata Sûriyê di daxuyaniyekê de ji ber zêdebûna haletên pêketina bi vîrûsa Koronayê qedexeya hatûçûnê ragihand.

Li gor wê biryarê, qedexeya giştî li Heseke, Qamişlo û Reqayê dibe û li bajrên din yên bakur û rojhilata Sûriyê qedexeya sînordar ji saet 4ê piştî nîvro heta 6ê sibehê dibe.

Li gor biryara qedexeyê:

-Tevahî kombûn (Şahî, konên sersaxiyê, civîn, nimêjin li cihên îbadetê û tevahî û kombûnên din ji 3'ê Nîsana 2021'an qedexe ne.

 Tevahî xwaringeh, kafe, kafeterya û bazarên gelêrî têne girtin, karê li xwaringehê di demên derveyî qedexeyê de ku daxwazên derve bi cih tînin.

- Tevahî dibistan, zanîngeh û peymangeh tên girtin.

- Dergehên sînorî têne girtin, ev yek rewşên mirovî, nexweş, xwendekar û tevgera bazirganiyê di nav xwe de nagire.

- Ji ber zêdebûna pêketiyan li bajarên Qamişlo, Hesekê û Reqayê li van bajaran qedexeya derketina derve ya giştî ji sibeha roja Sêşemê 6'ê Nîsana 2021'an ji 06:00'an heta roja Duşemê 12'ê Nîsana 2021'an tê ferzkirin. Qedexeya giştî (Firne, sûkên zebzeyan, nexweşxane, dermanxane, dikanên bazirganiyê, derman, sotemenî, tîmên tenduristiyê, cotkar û ragihandin) di nav xwe de nagire.

- Bikaranîna maskan li tevahî cihên li tevahî welatiyan tê ferzkirin, kesên ku li xwe nekin, bi hezar lîreyên Sûrî tê cezakirin.

Serepeyv