Nîsan 01, 2021 16:55 Asia/Tehran
  • Şam: Konferansa Brukselê neqanûnî ye

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê li dijî lidarxistina Konferansa Brukselê ya Alîkariya Sûriyê derket û got ku ji ber tunebûna hikûmeta Şamê li vê Konferansê helwestên wê ne rewa û neqanûnî ne.

Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê (SANA); Wezareta Derve ya vî welatî  şeva Çarşemê di peyamek ji Sekreterê Giştî yê NY û Serokê Encumena Asayişa Navdewletî re got ku serokatiya NY di nebûna Şamê di vê Konferansê de tê wateya binpêkirina eşkere prensîbên Qanûna Neteweyên Yekbûyî û biryarên Konseya Ewlekariyê.

Wezareta Derve ya Sûrîyê lidarxistina konferansa Brukselê wekî pêşandanek bi nav kir û bang li organîzatorên konferansê kir ku dev ji van siyasetên têkçûyî berdin û dewamê detekez kir ku zêdebûna sizayên YE û Amerîkayê li dijî Sûriyê bi keyfî hevdemê lidarxistina Konferansa Brukselê durûtiya wan di mijara mirovî de nîşan dide.

Konferans bi awayê online hat lidarxistin û têde 27 welatên endamê Yekîtiya Ewropa, Amerîka û çend welat û rêxistinên din ên cîhanê beşdar bûn.

Komîsyarê Yekîtiya Ewropa yê ji bo Birêvebirina Krîzan got, ku di konfransa îsal de 6 Milyar û 400 Milyon Dolar hatine komkirin. 

Pêş lidarketina Konferansa Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê, dihate gotin ku plana komkirina 10 milyar dolar heye, lê 6 milyar û 400 milyon dolar ji bo alîkariya xelkê Sûriyê bi taybet awareyên vî welatî hat komkirin.

 Komîserê Yekîtiya Ewropa yê ji bo Rêvebirina Krîzan Janez Lenarcic got: “Ji bilî wan pereyên ku hatin xelatkirin, dezgehên darayî yên navdewletî û welatên komekbexş biryara dana qerzê bi tibaba 7 milyar dolarî daye.”

Ji bilî pereyên ku ji ber krîza Sûriyê jibo xelkê Sûriyê hatiye xelatkirin, soz dayîna deynê jî hatiye dan.

Netewên Yekbûyî hişyariyê dide ku rewşa Sûriyê zêdetir xirab bibe û dibêje, xelkê Sûriyê 10 sal e rastî mirin, nexweşî, wêranî û awarebûnê bûye.

Herwiha Netewên Yekbûyî dibêje, 10 milyon Sûrî penaberî welatên navçeyê û cîhanê bûne.

Wan jî pêwîstî bi kêmanî 10 milyar dolarên amerîkî heye û gelek caran sozên welatan jibo pêşkêşkirina alîkariyan, tenê weke hibra ser kaxezê dimîne.

Serepeyv