Hêzên Tirkiyê careke din êrîşî ser bakurê Sûriyê kirin
Adar 31, 2021 15:54 Asia/Tehran
Hêzên artêşa Tirkiyê careke din êrîşî ser axa Sûriyê li bakurê vî welatî kirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand: Êrîşa hêzên artêşa Tirkiyê ser baregehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li navçeya operasiyonê ya bi navê Mertala Firatê li bakurê Sûriyê pêk hat.
Artêşa Tirkiyê bi behaneya têkoşîna dijî terorîsmê ev çend sal in ku hin beşên bakur û rojhilatê Sûriyê dagir kirine.