Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din ji ber korona mirin
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 3 kesên din bi korona mirin û 95 kes jî pê ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku kesên bi koroneyê mirine 2 jin ji Qamişlo û Girkê Legê ne û mêrek jî ji Hesekê ye.
Mistefa diyar kir ku 95 kesên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi korona ketine 61 mêr in û 34 jî jin in û li van herêman in:
Hesekê: 15
Qamişlo: 40
Dêrik: 9
Çilaxa: 4
Girkê Legê: 2
Dirbêsiyê: 1
Reqa: 9
Tebqa: 8
Kobanê: 4
Şehba: 5
Mistefa piştrast kir ku 2 kesên ku berê bi korona ketibûn jî baş bûne.
Bi vî awayî hejmara pêketiyên korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 9 hezar û 665 kesan, ji wan 369 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 293 kes jî baş bûne