Mazlûm Kobanî têkildarî Çîçek Kobanî daxuyanî da
Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand ku dadgehîkirina şervana YPJê Çîçek Kobanî ku dadgeheke Tirkiyê cezayê heta hetayê jêre biriye, li dijî qanûna navdewletî ye.
Fermandeyê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Çîçek Kobanî daxuyanî da.
Mazlûm Kobanî di twîttera xwe de nivîsandiye: “Çîçek Kobanî sala 2019an ji nav axa Sûriyê hate revandin û dadgeheke Tirkiyê cezayê heta hetayê bi ser de sepand. Ev yek li dijî qanûnên navneteweyî ye.”
Fermandeyê Giştî yê HSDê herwiha dibêje: “Keça Kobanî, Çîçek ne yekem kes e ku rûbirûyê vê rewşê dibe. Doza Çîçek û hevrêyên wê heta ku em wan bi saxî û selametî vedigerînin dê doza me be.”
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di daxuyaniyekê ragihandibû ku dadgehîkirina şervana wan Çîçek Kobanî ji aliyê Tirkiyê ve ne rewa ye û binpêkirna yasayên navdewletî ye.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve roja 9ê Cotmeha 2019an êrişeke berfireh bo ser herêmên kurdî li Sûriyê dabû destpêkirin û di encamê de dest bi ser bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê de dagir kirin.
Şervana YPJê Çîçek Kobanî jî roja 21ê Cotmehê li gundê Mişrefa yê ser bi Eyn Îsa ve ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatibû dîlgirtin û ji aliyê Tirkiyê ve bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û ji wê rojê de li Rihayê di zindanê de ye.
Terorîstên ser bi Tirkiyê dîmenên vîdyoyê yên dema hêxîrkirina şervana YPJêÇîçek Kobanî belav kiribûn.
Di dîmenan de derdikeve ku çekdarekî ser bi Tirkiyê, şervana Kurd a birîndar girtiye ber singê xwe û bi zimanê Erebî gefa “kuştin û serbirînê” jê dikin.