Adar 25, 2021 11:37 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 76 kesên din bi vîrusa koroneyê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 3 kesên din ji ber koroneyê jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber vîrusa koroneyê jiyana xwe ji dest dane, 2 mêr in ji Hesekê ne û jinek jî ji Qamişlo ye.

Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 76 kesên din bi korona ketine, ji wan 39 mêr û 37 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 19

Qamişlo: 22

Dêrik: 6

Amûdê: 4

Dirbesiyê: 4

Reqa: 10

Tebqa: 10

Şehba: 1

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi van daneyan hêjmara pêkhateyên koroneyê gihaşt 9 hezar 297 kesan, ji wan 361 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 275 kes jî baş bûne.

 

Serepeyv