Di encama teqîneke din li Serê Kaniyê de çend kes hatin kuştin û birîndar bûn
Adar 24, 2021 09:31 Asia/Tehran
Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqîneke din a di Serê Kaniyê yê bakurê Sûriyê de çend kes kuştî û birîndar bûn.
Li bajarê dagfirbûyî ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê Serê Kaniyê teqîneke bihêz rû da û li gor zanyariyên destpêkê, ji encama teqînê kuştî û birîndar hene.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro otomobîleke bombekirî li Herêma Pîşesazî ya Serê Kaniyê teqiye.
Li gor zanyariyên destpêkê, kesê di otomobîlê de canê xwe ji dest da û hejmarek kes birîndar bûn.
Ev di demekê de ye, duhî jî li nava bajarê Serê Kaniyê teqînekê rû dabû û di encamê de 11 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûbûn.