Adar 22, 2021 13:32 Asia/Tehran
  • Bi dehan kuştî û birîndar di êrişên terorîstî de yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Heleba Sûriye

Di êrîşên hawanan ên komên çete yên çekdar ku Tirkiye piştgiriya wan dike ser hin taxên li Helebê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Di encama êrişa hawanan a komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyê li hin taxên Helebê de du kes hatin kuştin û 17 kes jî birîndar bûn.

Rayedarekî leşkerî li parêzgeha Helebê jî got ku êrîşa hawanê ya terorîstî taxên qerebalix ên Firûdewîn û Salihîn girte ber xwe.

Çavkaniyên herêmî yên li taxên bakurê Helebê jî ragihandin ku maşîneke bombebarkirî li navenda El-Bab teqiya û di encamê de hejmarek sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî gotin, maşîna bombebarkirî li nêzî Mizgefta Mezin a El-Tewhîd a li navenda bajarê El-Bab teqiya, ji ber wê hejmarek sivîl hatin kuştin û birîndar bûn, ziyanek mezin gihand avahiyên deverê û avahiyên nêz, û gelek wesayît şewitandin.

Serepeyv