Sûriye: Ji ber êrîşên Rêjîma Siyonîst ser derdora Şamê tu kesek nehat kuştin
Adar 17, 2021 16:10 Asia/Tehran
Artêşa Sûriyê ragihand ku ji ber êrîşên leşkerî yên berbanga îro Çarşemiyê yên artêşa Rêjîma Siyonîst ser derdora bajarê Şamê yê paytexta vî welatî tu kesek nehatiye kuştin an birîndarkirin.
Li gorî rapora SANA Newsê, Çavkaniyeka leşkerî ya sûrî derbarê hûrgiliyên destdirêjiya leşkerî ya berbanga îro ya Rêjîma Siyonîst ser derdora bajarê Şamê got: Rêjîma Siyonîst ji aliyê navçeya dagirkirî yaa Golana Sûriyê êrîşî ser hin armancan li derdora Şamê kir û pergalên berevaniya asimanî yên Sûriyê li dijî mûşekên avêtî çalak bûn û ewna teqandin.