Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed bi Koronayê ketin
Adar 09, 2021 08:56 Asia/Tehran
Serokomarê Sûriyê Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed bi Corona ketin û niha di qarantînê de ne.
Serokomariya Sûriyê di daxuyaniyekê de eşkere kir, Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed bi Korona ketin.
Li gor daxuyaniya hanê tendirustiya Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed baş e û niha di qarantînê de ne.
Her wiha hat ragihandin ku Esed û hevjîna wî dê 3 heftiyan di qerentînê de bimînin û karûbarên dewletê li mala xwe birêve bibin.
Li gor serokayetiya Sûriyê, bandora Koronayê li ser wan kêm e û tenê di rojên destpêkê de bi sivikî hest pê kiribûn, piştî wergirtina testa koronayê, eşkere bû ku ew bi hevjîna xwe ve bi Korona ketine.
Heta niha xuya nebû ye ka zarokên wan bi Koronayê ketine yan na.