Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 26 kesên din bi koronayê ketine
Adar 07, 2021 18:05 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 26 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.
Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa 2 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye û her du jî jin in û ji herêma Tebqayê ne.
Mistefa diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 26 kesên bi vîrusê ketine, 18 mêr û 8 jî jin in û li van herêman in:
Hesekê: 3, Qamişlo: 10, Dêrik: 4, Tebqa: 2, Minbic: 6 û Kobanê: 1
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên ku bi vîrusê ketine, gihaşt 8 hezar û 689 kesan, jê 328 kes mirine û hezar û 252 kes jî baş bûne.