Adar 03, 2021 19:05 Asia/Tehran
  •  Li Cindirêsê teqînek çêbû, kuştî û 3 birîndar hene

Duh di encama teqîna erebeyekê li navçeya Cindirêsa Sûriyê ya dagirkirî ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê de kesek hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, duh li navenda navçeya Cindirêsê bombeyek bi erebeyekê ji cureya jeep santafe teqiya.

Çavkanî dibêjin hîn ne diyar e ku ereb ya çeteyên Tirkiyê ye ya na. Heman çavkanî diyar kir ku di encama teqînê de kesek hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Li herêmên ku dewleta Tirkiyê dagir kirine, li rex bûyerên kuştin, revandin û desteserkirina milkên sivîlan ji aliyê terorîst û çeteyên dewleta Tirkiyê ve, tevliheviyeke ewlehiyê heye û gelek teqîn çêdibin.

Serepeyv