Adar 02, 2021 08:20 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî dê here Amerîkayê

Mezlûm Kobanî tevî nirxandina erênî ya pêwendiya kurdên Sûriyê tev dewleta nû ya Amerîkayê, qala ihtimala çûyîna xwe bo vî welatî di pêşrojeka nêzik da kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Mezlûm Kobanî (Mezlûm Ebdî), Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD-QSD) qala ihtimala sefera xwe bo Amerîkayê jibo hevdîtina digel rayedarên delweta Joe Biden serokomarê nû yê vî welatî kir.

Kobanî di hevpeyivîna digel Dengê Amerîkayê da got: Kurdên Sûriyê ji bijartina Biden û alîkara wê, Kamala Herîs kêfxweş in û asoya gotûbêja kurdan tev dewleta Joe Biden ron e.

Wî got: Em di halê gotûbêja bi dewleta nû ya Amerîkayê ra ne. Ez hêvîdar im ku me di rojên tê da pêwendiyeka xurtir hebe û em bikarin gotûbêja di asteke bilindtir da bidomînin.

 

 

Serepeyv