Sibat 22, 2021 19:28 Asia/Tehran
  • HSD: Îdîayên Wezîrê Berevaniyê yê dewleta Tirkiyê ne rast in

HSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku îdîayên dewleta Tirkiyê ku 3 şervanên me derbasî herêmên di bin dagirkeriya wan de bûne û canê xwe ji dest dane ne rast in.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HSD'ê (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirkiyê hewl dide bi rê û rêbazên şerê taybet rastiyê berovajî bike.

HSD'ê da zanîn ku dewleta Tirkiyê beriya çend rojan îdîa kiribû ku 3 şervanên me hewl dane derbasî herêmên di bin dagirkeriya wan de bibin û ew şervan kuştine, lê ev axaftin dûrî rastiyê ne tu hewldaneke şervanên me yên bi vî awayî çênebûye.

Daxuyaniya HSD'ê wiha ye: Roja 21`ê Sibatê, Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirkiyê di hesabên xwe yên fermî de nûçeyek nû belav kir. Li gorî vê nûçeyê, 3 şervanên me hewl dane derbasê herêmên di bin dagirkeriya wan de bibin û hatine kuştin. Ev agahî ne rast in, tu tevgera hêzên me di wan herêman de nîn e. Dewleta Tirkiyê ku di êrişên xwe yên li hember axa Sûriyê de bi piranî kesên sivîl hedef digire, bi nûçeyên bi vê şeklî dixwaze rastiyê berovajî bike û şerê taybet dimeşîne. Pêwîst e gelên me û raya giştî li hember polîtîkaya şerê taybet bi hîşyarî tevbigerin.
 

Serepeyv