Sibat 12, 2021 17:56 Asia/Tehran
  • Piştî êrîşa Tirkiyê - Nifûsa kurdan li Efrîna dagirbûyî kêm dibe

Li gorî texmîneke rêxistineke xwecihî ya mafên mirovan, nifûsa kurdan li bajarê Efrînê ku ji sala 2018an va ji aliyê Tirkiyê û komên girêdayî bi wê va hatiye dagirkirin, ji sedî 65 gihîştiye sedî 35ê.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Artêşa Tirkiyê hevrê digel komên çekdar ên dijberê dewleta Sûriyê, piştî du mehan şerê dihel hêzên kurd ên sûrî, di meha Adara sala 2018an da bajarê pirranî kurdnişîn ê Efrînê ji bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derxist. Ji ber vê yekê bi sedan hezar kes ji kurdan koçber û aware bûn.

Kovara Syriya Directê ji zarê Rêxistina Xwecihî ya Mafên Mirovan li Efrînê, qala kêmbûna giran a nifûsa kurdan li vê navçeyê kiriye.

 

Li gorî texmîna konseyên xwecihî nifûsa Efrînê navbera 400 heta 500 hezar kesî bûye û Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê li ser vê bawerê ye ku pirraniya welatiyên Efrînê kurd bûn.

Li gorî texmîna vê rêxistinê, Heta beriya êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê di sala 2018an da, sedî 65 ji niştecihên vê navçeyê kurd bûn, lê aniha nifûsa kurdan li vê herêmê gihîştiye ssedî 35ê û tirkên Xûteya Rojhilat, Hums û Idlibê li cihwarên kurdan hatine bicihkirin.

 

Serepeyv