Sipasiya Beşar Esed ji piştgiriyên Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i323990-sipasiya_beşar_esed_ji_piştgiriyên_Îranê
Serokomarê Sûriyê ji helwêst û piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê derheqê milet û dewleta vî welatî sipasî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 10, 2021 14:40 Asia/Tehran
  • Sipasiya Beşar Esed ji piştgiriyên Îranê

Serokomarê Sûriyê ji helwêst û piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê derheqê milet û dewleta vî welatî sipasî kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Bişar Esed, serokomarê Sûriyê îro Çarşemiyê di hevdîtina digel Elî Esxer Xacî Şêwirmendê wezîrê karên derve yê Îranê di warê siyasî da li Şamê, li ser parastina destkeftên pêkhatî di pêwendiyên dualî, girîngiya hevahengî û şêwirîna berdewam a du welatan û pêvajoya siyasî û civînên Astaneyê pêgirî kir.

Elî Esxer Xacî jî di vê hevdîtinê da helwêstên Îranê derbarê pêvajoya Astaneyê û civîna pêncem a Komîteya Qanûşna Bingehîn li Jenevê diyar kirin û li ser girîngiya gotûbêjan di Komîteya Qanûna Bingehîn da bi armanca çareserkirina mijarên siyasî li Sûriyê pêgirî kir.

Di vê hevdîtinê da xurtkirina hevkariyên dualî û çendalî yên aborî digel Sûriyê jî hatin vekolandin.