Kampa Holê - Kesê ku malbatên DAIŞ’ê ji kampa Holê direvandan, hate girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i323932-kampa_holê_kesê_ku_malbatên_daiŞ’ê_ji_kampa_holê_direvandan_hate_girtin
QSD`ê ragihand ku hêzên wan kesek ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê direvandin, girtiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 08, 2021 13:58 Asia/Tehran
  • Kampa Holê - Kesê ku malbatên DAIŞ’ê ji kampa Holê direvandan, hate girtin

QSD`ê ragihand ku hêzên wan kesek ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê direvandin, girtiye.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê de di 7`ê Sibatê de operasyonek li gundewarên Hesekê pêk anî.

Der barê operasyonê de, Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyaniyek da raya giştî û tê de detayên operasyonê eşkere kirin.

Navendê wiha da zanîn: “Hêzên me di 7`ê Sibatê de di operasyoneke leşkerî ya hevbeş de bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re li herêma Hedadiye ya Hesekê kesek ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê direvandin, girt.”

Hêzên ewlekariyê yên kampa Holê di 8`ê Çileyê de dema hewl da endamekî şaneyên DAIŞ`ê bigire, şer derket û di encamê de çeteyê DAIŞ`ê hat kuştin.