Sibat 08, 2021 11:11 Asia/Tehran
  • Qamiçlo - Piştî 55 salan du malbatên bakurê Sûriyê li hev hatin

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, du malbat ku ji 55 salan ve nakokî di navbera wan derketibûn, li hev anîn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê, (ANHA), Merasîmê li hevanînê li hola Efrîn a li bajarê Qamişlo bi amadebûna nûnerên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê, KNK, rûspiyên êlên Kurd û Ereb, kesayetên olî, kêşeyên dêrên xirsityanan, MSD, QSD, TEV-DEM, endamên Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û partiyên siyasî, pêk hat.

Daxwaza lihevhatinê ji aliyê malbata Cemîl Elî ve ji bo Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatibû dayîn. Desteyê serdana malbat Hac Reşîd û Hisên Xelîl kir, ji ber aliyên din endamê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bû desteyê alîkarî jê xwest.

Nakokî ji beriya 55 salan ve di navbera her du malbatan ve ku ji êla bi navê Dalînî ne ji ber pirsgirêka zeviyên çandinêyê derketibû. Ji ber nakokiyê 2 kes ji malbata Hac Reşîd û Hisên Xelîl hatibûn kuştin.

Di merasîmê de endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman axivî û da zanîn ku xwesteka li hevhatin û efûyê her tiştî sererast dike û dike wekî beriya derketina nakokiyê. Her wiha got: "Îro roj pêwîstiya me hemûyan bi lihevhatinê heye û ev her du alî tişta baş kirin ku lihevhatin qebûl kirin. Ev e çanda jiyana hevbeş. "

Piştre endamê Desteya Rûspiyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo jî axivî û got ew hêvî dikin ku di hemû olan de yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi aşîtiyê ve biçin û wiha got: "Tenê hevborandin wê me ji nakokiyên ku di hundirê civakê de derdikevin xilas dike".

Ji keşeyên herêma Cizîr û Firatê Morîs Emsîh jî axivî û wiha got: "Dema ku em aşitiyê ava dikin hezkirin jî ji avakirina wê derdikeve, ev yek jî ji bo pêşeroja Sûriyê wê tişteke baş be. Ev insyatîfa ku ji bo  li hevhatina du malbatan hat kirin, fikireke serkeftî ye. "

 

Bi navê malbata Hac Reşîd û Hisên Xelîl Felemez Îsmaîl axivî û bi xêrhatina haziran kir û got: "Me li ser havhatinê qebûl kir bêyî şert û mercan. Em li pêşiya we dibêjin ku tu dijminatî di navebera me de nema, ji ber ku em nema dixwazin birînên çûyî vekin".

Di dawiyê de li pêşiya haziran her du malbat li hev hatin

Serepeyv