Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrişa Tirkiyê û çeteyên wê têk bir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i323905-Şervanên_meclisa_leşkerî_ya_til_temirê_êrişa_tirkiyê_û_çeteyên_wê_têk_bir
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji gundê Qasimiyê êrişî gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê kirin. Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êirşa wan têk bir û kuştî û birîndarên wan çêbûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 07, 2021 19:01 Asia/Tehran
  •  Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrişa Tirkiyê û çeteyên wê têk bir

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji gundê Qasimiyê êrişî gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê kirin. Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êirşa wan têk bir û kuştî û birîndarên wan çêbûn.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirkiyê û çeteyên ku li gundê Qasimiyê yê Til Temirê bi cih dibin êrişî gundê Um El-Kêf ê Til Temirê kirin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrişa çeteyan têk bir û hejmarek ji wan kuştin û birîndarkirin.

Hemwextî wê yekê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundên Tewîla, Til Tewîl û Til Gerabît ên girêdayî navçeya Til Temirê, topbaran dikin.