Sibat 07, 2021 12:53 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî: Em hêvîdar in Joe Biden şaşitiyên Trump cubran bike

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hêviya xwe diyar kir ku dewleta nû ya Amerîkayê bi serokatiya Joe Biden şaşitiyên ku Trump li Sûriyê pêk anîne, cubran bike.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Mezlûm Kobanî (Mezlûm Ebdî), Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku vê komê dil heye pêwendiyên xwe digel Amerîkayê berfireh bike û hêviya xwe da diyarkirin ku serokomarê nû yê Amerîkayê şaşitiyên Trump cubran bike.

Wî di gotûbêja bi rojnameya El-Şerq El-Ewsetê da got: Ez hêvîdar im dewleta Biden jibo cubrankirina şaşitiyên Trump ku yek ji wan nîşandana Çiraya Kesk bo Tirkiyê jibo êrîşa li ser Girê Sipî û Serê Kaniyê bû, tevbigere.

Kobanî ji dewleta Amerîkayê xwest ku bi stratejiyeke nû roleke cidîtir jibo bidawîanîna qeyrana Sûriyê bilîze.

 

Serepeyv