HSD: Di encama operasiyona tolhildana du jinên şoreşger de bi dehan çete hatin girtin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HSD’ê ragihand ji bo du jinên rêveber ku beriya çend rojan hatibûn qetilkirin li herêma sînor a Dêrazor û Iraqê operasyon kirine û bi dehan endamên çeteyan hatine girtin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HSD’ê ragihand ku ji bo tolhildana Seida û Hind ku li navçeya Deşîşa ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin qetilkirin, yekîneyên wan di 4`ê Sibatê de dest bi operasyoneke berfireh kir.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, ”Ev ”Ji bo tola du jinên şoreşger were hilandin li dijî DAIŞ’ê operasyoneke berfireh hatiye kirin.”
operasyon li çola Dêrazorê û sînorê Sûriyê û Iraqê didome. Van 24 saetan dawî operasyon li ser gelek cihên çeteyan hate kirin, gelek cebilxaneya wan hatiye bidestxistin. Bi dehan çete hatin girtin .Operasyon didome. Têkilî operasyonê agahiyên berfireh çend rojên pêş bi raya giştî re wê were parvekirin.”
Çeteyên DAIŞ’ê 22’yê Çile li Hesekê qada Dêşîşa du jinên Ereb ku xebatên Rêveberiya Xweser dikirin revandibûn û qetil kiribûn.