Balefirên şêrr ên Rêjîma Siyonîst êrîşî ser başûrê Sûriyê kirin
Sibat 04, 2021 08:23 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan berbanga Pêncçemiyê qala êrîşa balefirên şêrr ên Rêjîma Siyonîst ser başûrê Sûriyê kirin.
Li gorî rapora SANA Newsê, balefirên şêrr ên Rêjîma Siyonîst êrîş ser başûrê parêzgeha Quneytereyê kirin.
Li gorî vê raporê, Bergiriya asimanî ya artêşa Sûriyê li dijî armancên êrîşker ketiye tevgerê.
Hîn di vî warî da hûrgiliyên zêdetir nehatine weşandin.