Ji ber teqîna duyem a îro li parêzgeha Helebê 6 kes hatin kuştin
Çile 31, 2021 18:31 Asia/Tehran
Çavkaniyên sûrî qala qewimîna teqîna duyem li rojhilata parêzgeha Heleba Sûriyê kirin.
Li gorî rapora El-Cezîreyê, çavkaniyên sûrî îro Yekşemiyê ragihandin ku teqîna duyem li parêzgeha Helebê ji ber teqîna erebeyeke bombebarkirî i gundê Um-Şelîf lio bajarê Babê qewimiye.
Beriya vêya jî îro teqînek li bajarê Ezazê qewimî ku di encamê da 35 kes hatin kuştin an birîndar bûn.
Li gorî vê raporê her du teqîn jî li navçeyên bin dagirkeriya Artêşa Tirkiyê da qewimîne.