Çile 31, 2021 09:22 Asia/Tehran
  • Çalakiya

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê li bakurê Sûriyê- Nivîsgeha Hesekê di çalakiyek wêjeyî de bang li her kesek kir erka xwe bi cih bînin û li hember dagirkeriyê rabin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê li bakurê Sûriyê- Nivîsgeha Hesekê bi dirûşmeya "Wêje berxwedan e" û bi armanca pişgirdayîna berxwedana Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li hember dagirkeriya dewleta Tirkiyê çalakiyek wêjeyî li dar xist.

Çalakî li navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê bi beşdarbûna bi dehan kesayetên çandî, saziyên civakîa sivîl hate lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, helbestvan Efef Heskî, Lemîs Mihemed, Kewser Mardînî, Sefa Ehmed, Hozan Kirkendî û Mişel Osman gelek helbest xwendin.

Serepeyv