Çile 29, 2021 12:00 Asia/Tehran
  • Sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyê di civîna Jenevê da li hev kirin

Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyê di gotûbêjên Jenevê da derbarê hin mijarên têkildarî Pêvajoya Komîteya Amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ya Sûriyê li hev kirin.

Li gorî rapora malpera TRT ya Tirkiyê, Di dora pêncem a civînên Komîteya Amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ya Sûriyê da, Îran, Tirkiye û Rûsiyê li ser sozên xwe derbarê parastina hakimiyeta neteweyî, serxwebûn û yekparçetiya Sûriyê û pêwîstiya sozdariya hemî aliyan ser van xalan teqez kirin.

Sê welatan her wiha amadetiya xwe jibo piştgiriya ji çalakiya Komîteya Amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ya Sûriyê destnîşan kirin û derbarê dewama têkiliyên berdewam digel Giyêr Pêdêrson Nûnerê taybet ê Sekreterê giştî yê NY li hev kirin.

 

 

Serepeyv