MSD'ê li Şehbayê panelek li ser Efrînê li dar xist
Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) vê sibehê panelek bi dirûşmeya " Efrîna berxwedêr xweragir e û Efrîn dê bimîne û dagirker dê biçin" di salvegera sêyemîn a destpêkirina êrişên li dijî Efrînê, li dar xist.
Di çarçoveya rêzepanelên ku MSD'ê li Bakur û Rojhilata Sûriyê û Helebê de lidar dixe, meclisê îro li Şehbayê der barê siyaseta dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn û sûcên wê li Efrînê panelek li dar xist.
Endamên meclisa eşîrên herêma Efrîn, rêxistinên mafên mirovan, oldar û endamên yekitî û saziyên li kantona Şehbayê beşdarî panele bûn.
Dîwana birêvebirina panele ji Serokê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyê Demokratîk Îlham Ehmed, Hevserokê Desteya Rêveber a Herêma Efrîn Bekir Elo û Endamê Meclisa Eşîrên Efrîn û Şehbayê Ibrahîm El-Îsa hate hilbijartin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Îlham Ehmed destpêkê der barê siyaseta ku dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên dimeşîne axivî. Îlham Ehmed anî ziman ku armanca dewleta Tirkiyê berfirekirina dagirkeriyê ye.