Jeneral Mezlûm Kobanî Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) şîndar bû
Çile 21, 2021 18:50 Asia/Tehran
Dayîka Mezlûm Kobanî, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di temenê 86 saletiyê da emrê Xwedê kir
Li gorî rapora Kurd Pressê, roja bihurî dayîka Mezlûm Kobanî, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li bajarê Kobanê koça dawî kir.
Li gorî nivîsa Hawar Newsê, Xezne Han Husên, hevjîna Dr. Xelîl Ebdî, dayîka Mezlûm Kobanî (Mezlûm Ebdî), Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di temenê 86 saletiyê da ji ber êrîşa dil li mala xwe li bajarê Kobaniyê çû ser dilovaniya Xwedê.
Hêjayî gotinê ye ku Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, alîkarê wî Qubad Talebanî û Aras Şêx Cengî Hevserokê YNKê ji ber vê yekê peyama sersaxî û hevxemiyê dane.