Li Hesekê YAT`ê serçeteyekî DAIŞ`î girt
Çile 19, 2021 13:05 Asia/Tehran
Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî QSD`ê berpirsê kiryarên kuştinê yên çeteyên DAIŞ`ê, girt.
Ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA) wêne û dîmenên operasyonê ku duh li gundewarên bajarê Hesekê ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ve hate destpêkirin, bidest xist.
Di operasyonê de serçeteyekê DAIŞ`î (A.C) (40) hate girtin.
Hêzên YAT`ê di operasyonê de çekeke kalaşnikov, telefonên destan her wiha memory card û filaş ku wêneyên serçeteyên DAIŞ`î têde hebûn û belgeyên têkiliya wî bi wan re, girt.
Endamekîê hêzên YAT`ê der barê mijarê de ji Hawar Newsê ra wiha got: "Serçeteyê DAIŞ`î (A.C) erka wî ku kuştinan li herêmê pêk bîne, fermandarên QSD`ê bikin hedef û mayînan li ser rêyên giştî li herêmê, daynin."