Çile 19, 2021 13:05 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 23 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 23 kesên din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Li gorî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa kesên bi koronayê ketine 9 mêr û 14

jin in û li van herêman in:

Hesekê: 2

Qamişlo: 3

Dêrik: 1

Girkê Legê: 2

Çilaxa: 1

Kobanê: 1

Reqa :5

Tebqa: 3

Minbic:3

Şehba:2

Ciwan Mustefa diyar kir ku bi dehan pêketiyên koronayê baş bûne.

Bi vê yekê hejmara giştî ya pêketiyên koronayê li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê gihîşt 8 hezar û 363 kesan, ji wan 284 kes mirin û hezar û 182 kes jî baş bûne.


 

Serepeyv