Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 33 kesên din bi koronayê ketine
Çile 14, 2021 13:09 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 33 kes bi koronayê ketin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa tekez ku kesên bi koronayê ketine, 12 mêr in û 21 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 2
Qamişlo: 2
Til Tmir: 2
Dêrik: 4
Girkê Legê: 1
Kobanê: 2
Reqa: 5
Tebqa: 6
Dêrazor: 2
Minbic: 4
Şehba: 1
Kampa Holê: 2
Mistefa anî ziman ku 7 kesên ku bi koronayê ketibûn, baş bûne.
Bi van daneyan hejmara pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 285 kes, ji wan 284 kes mirine û hezar û 170 kes baş bûne.