Çile 14, 2021 13:08 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Şêx û rîspiyên eşîrên li Minbicê êrişên Dewleta Tirkiyê şermezar kirin

Şêx û rîspiyên eşîrên li Minbicê dagirkirina Dewleta Tirkiyê ya ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re red kir û got ku armanca Dewleta Tirkiyê zindîkirina împaratoriya Osmanî ya li herêmê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Şêx û rîspiyên eşîrên li Minbicê êrişên artêşa Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û got ku armanca ji van êrişan zindîkirina împaratoriya Osmanî ya li herêmê ye.

Artêşa Tirkiyê hîn jî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike nexasim navçeya Eyn Îsayê, bi hemû awayan hewldana dagirkirina herêmê dike.

Şêxê Eşîra Nebî El-Isêdî ya li Minbicê û berdevkê fermî yê Rûspiyên Minbicê û Gundewarên wê Mihemed Sadiq El-Isêdî got: “Wekî eşîrên li Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê bi taybet, li dijî dagirkeran in. Em ji wan re dibêjin em li dijî her mudexeleyekê ji derve ne.”

El-Isêdî di berdewamiya gotina xwe de diyar kir ku êrişên Dewleta Tirkiyê yên li dijî herêmê nexasim ên li dijî Eyn Îsayê red dikin.

Mihemed Sadiq El-Isêdî bi navê eşîrên Ereban bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li Dewleta Tirkiyê bike da ku dev ji pêkanîna sûcên li dijî mirovahiyê berde.

Mihemed Sadiq êrişên artêşa Tirkiyê yên li dijî herêmê şermezar kirin û da zanîn ku ew wekî eşîr dixwazin Sûriyê ji hemû gelê Sûriyê re be, hemû pêkhate û ol bi hev re bijîn û dûrî şer, qetilkirin û wêraniyê bin.

Mihemed Sadiq destnîşan kir ku Dewleta Tirkiyê dixwaze împaratoriya Osmanî li Rojhilata Navîn zindî bike, ji lew ra hewldana dagirkirina rûbereke mezin ji xaka herêmê dike. Lê  eşîrên herêmê dagirkeriyê red dikin û ji bo parastina xak û welatê xwe piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin.

Di dawiyê de şêx Mihemed Sadiq bang li şêniyên Sûriyê kir ku li xaka xwe vegerin û li şûna ku bi aliyên derve re êrişî xaka welat bikin bila destekê bidin avakirina Sûriyeya nû.

Li aliyekî din Hisên Farûq El-Maşî ku rûspiyekî eşîra Bubna ya li Minbicê ye bi lêv kir ku ew wekî eşîrên herêmê êrişên artêşa Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Eyn Îsayê bi taybet şermezar dikin.

Hisên Farûq di dawiyê de destwerdana Dewleta Tirkiyê ya di kar û barên Sûriyê de wekî binpêkirina maf û xaka gelên azad bi nav kir.

 

Serepeyv