Çile 08, 2021 23:01 Asia/Tehran
  • Li navçeya Cindirêsê teqînek rû da

Li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê erebeyeke bombebarkirî hate teqandin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyên herêmî ragihandin ku îro di saetên nîvro de li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê erebeyeke bombebarkirî hate teqandin.

Li gorî ku çavkaniyan diyar kirî, erebe li çerxereya destpêka gund a li pêşiya şaredariyê ku niha navenda çeteyan e hate teqandin.

Derbarê ziyanên canî de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

 

 

 

Serepeyv