Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 50 kesên din bi koronayê ketine
Çile 08, 2021 09:22 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku 50 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine û 2 kes mirine.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kesên ku mirine jinek û mêrek ji Hesekê ne.
Mistefa eşkere kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 50 kesên din bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 27 mêr in û 23 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 4
Qamişlo: 6
Dêrik: 5
Dirbêsiyê :1
Rimêlan:1
Kobanê: 3
Reqa: 2
Dêrazor:2
Tebqa: 20
Minbic: 6
Mistefa anî ziman ku ji nav pêketiyên koronayê kesek baş bûye.
Bi van daneyan hejmara pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 203 kesan, ji wan 282 kes mirine û hezar û 158 kes baş bûne.