Li Dêrazor û Şedadê 5 DAIŞ`î ji aliyê QSD`ê ve hatin girtin
Çile 06, 2021 15:56 Asia/Tehran
Yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk li herêmên Dêrazor û Şedadê 5 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê girtin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên wan bi hevkariya hêzên Kaolîsyona Navneteweyî di 2 û 4`ê Çileyê de li dijî şaneyên DAIŞ`ê, 2 operasyon li dar xistin.
QSD`ê destnîşan kir ku operasyon li herêmên Dêrazor û Şedadê hatine lidarxistin.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gundewarên başûrê Şedadê di 2`yê Çileyê de, hêzên me 2 çete girtin û alavên pê re desteser kirin. Her wiha li Dêrazorê 3 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin.”