SOHR: DAIŞ’ê erebeyeke din a hêzên Sûriyê kir armanc
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322853-sohr_daiŞ’ê_erebeyeke_din_a_hêzên_sûriyê_kir_armanc
Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Reqa –Selemiye êriş bire ser erebeyeke din a girêdayî hêzên Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 04, 2021 05:39 Asia/Tehran
  • SOHR: DAIŞ’ê erebeyeke din a hêzên Sûriyê kir armanc

Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Reqa –Selemiye êriş bire ser erebeyeke din a girêdayî hêzên Sûriyê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku çeteyên DAIŞ’ê erebeyeke leşkerî  ya hêzên Sûriyê li ser rêya Reqa-Selemiyê li nêzî herêma Wadî Ezîb kir armanc, di encamê de 6 leşker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

DAIŞ’ê di hefteya borî de, erebeyeke hêzên Sûriyê li ser rêya Humis-Dêrazorê kiribûn armanc û di encamê de kuştî û bi dehan birîndarî çêbûn.