Li Minbicê di navbera grûpên çekdar û HSDê de şerekî dijwar derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322846-li_minbicê_di_navbera_grûpên_çekdar_û_hsdê_de_şerekî_dijwar_derket
Li gundewarên Minbicê di navbera şervanên HSDê û çeteyên ser bi Tirkiyê ve şerekî dijwar derket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 03, 2021 19:11 Asia/Tehran
  • Li Minbicê di navbera grûpên çekdar û HSDê de şerekî dijwar derket

Li gundewarên Minbicê di navbera şervanên HSDê û çeteyên ser bi Tirkiyê ve şerekî dijwar derket.

Hêzên Tirkiyê û çeteyên wê deverên Til Rifat, gundên Neyrebiye û Simoqe û 3 gundên Minbic jî topbaran kirin.

Li gundewarê Minbicê jî şer di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbcê de ku ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve derket.

Hevdem çeteyên Tirkiyê jî pêgehên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li gundên Um Cellûd û Um Edese bombebaran kirin ku heta niha ti zanyarî li ser zerarên bombebaran û şer nehatine ragihandin.

Di 30ê meha derbasbûyî de, şer bi çekên giran di navbera grûpên terorîst ên ser bi Tirkiyê ve û hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê de derket û hêzên Tirkiyê jî gundên Sacûra rojhiat li bakurê Minbicê topbaran kirin ku şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbcê lê dimînin.