Çile 02, 2021 08:28 Asia/Tehran
  • Meclisa Tenduristiyê ya Helebê tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê digire

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi armanca pêşîlêgirtina vîrusa koronayê xebatên xwe berdewam dike.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji ber dan û standina di navbera wan û herêmên derdorê de, vîrusa koronayê zû belav bû.

Gerînendeyê Tenduristiyê yê Helebê diyar kir ku hezar û 377 kes bi vîrusa koronayê ketine û ji wan 45 kesan jiyana xwe ji dest daye.

TEDBÎRÊN HATINE GIRTIN

Vîrûsa koronayê di Adara derbasbûyî de berbelav bû û der barê vê yekê de Meclisa Tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tedbîr girtin.

3 mehan qedexeya derketina derve hate ferzkirin, hemû dikanên bazirganiyê derveyî yên madeyên xwarinê hatin girtin, kombûn hatin qedexekirin.

Danezanên xetereya belavbûna koronayê li şêniyên taxan hatin belavkirin û tê de îşaret bi awayê xweparastin, dezenfektekirin û xwe dûrxistina ji civakê hate kirin. Di heman demê de tedbîrên ku divê nexweşên di karantînayê de bigirin, destnîşan kirin.

Di dema qedexeyê de her 3 bendên kontrolê yên taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê hatin girtin, lê benda Cizîrê dema pêwîstî hebûya vekirî bû, ji bo çavdêrkirina tenduristiya rêwiyan komîteyeke tenduristiyê hate erkdarkirin.

Meclisa Tenduristiyê ya taxê navendeke taybet vekir û nexweş pêşwazî dikirin.

ROLA ZANEBÛNÊ DI PARASTINÊ DE

Bi rasthatina demsala havînê û kêmbûna rêjeya vîrusa koronayê, Meclisa Tenduristiyê ya taxê ji bo endamên Meclisa Tenduristyê perwerde vekir, endamên komînan û şênî der barê destwerdanên bingehîn û awayê dan û standina bi nexweşan de hatin perwerdekirin.

Dewreya endaman mehekê dewam kir, paşê 9 dewreyên din hatin vekirin û derdora 180 kes beşarî perwerdeyan bûn.

KADROYÊN TENDURISTIYÊ 24 SAETAN DIXEBITIN

Ji bo şopandina belavbûna vîrusa korona tîmek hate avakirin, ev tîm ji doktorekî, du hemşîre û ambulansekê dihat pêkanîn. Tîmê hejmarên tîmê li şêniyan belav kir ku dema rewşên biguman hebin, yekser agahiyê bidin tîmê.

Meclisa Tenduristiyê bi hevkariya Yekitiya Dermanxaneyan parên dermanan li malbatên feqîr belav kirin. Par ji vitamîn D û C û şirûbên kuxikê û hebên daxistina tayê pêk dihat.

Têkildarî vê yekê hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê Leyla Hesen got piştî dergeh hatin vekirin, çûn û hatin çêbû û têkiliyên şêniyên taxê bi şêniyên li herêmên di bin kontrola dewleta Sûriyê de çêbû û hejmara pêketiyên vîrusa koronayê bi vî şiklî zêdetir bû.

Der barê karên ku Meclisa Tenduristiyê xistine plansaziya xwe de Leyla Hesen da zanîn ku ew ê ji bo nexweşên koronayê navendekê vekin û dê tê de menfes hebin, hemşîreyan erkdar bikin ji ber ku li Helebê hejmara pêketiyan zêde dibe.

Leyla Hesen di dawiya gotina xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku destekê bidin wan, dermanan dabîn bikin, ji ber ku hin malbatên feqîr hene û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Serepeyv