Rojnamên erebî: DAIŞ li çolistana Sûriyê çalak dibe
Rojnamên erebî yên îro têkildarî êrişa vê dawiyê ya koma terorîst a DAIŞ`ê ser otobuseke leşkerî ya Sûriyê li hundirê parêzgeha Dêrazorê şirove û nivîsar weşandine ku yek ji wan, rojnama Şerq El-Ewsat e.
Rojnama Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Duh DAIŞ`ê êrişa li dijî otobuseke leşkerî ya li ser rêya çolistana Sûriyê li hundirê parêzgeha Dêrazorê, girt ser xwe.
Terorîstên DAIŞ`ê îdia kirin ku di êrişê de 40 leşkerên hikumeta Sûriyê hatine kuştin, ku ev êriş ji aliyê wendahiyên canî yên hêzên hikumetê ve, êrişa herî mezin a DAIŞ`ê di sala 2020`an de ye.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku di êrişê de cenazeyên hin kuştiyên Furqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê şewitîne û rewşa hin birîndaran jî giran e.
Di wê derbarê de, duh Koalîsyona Navneteweyî li çolistana bakurê rojhilatê Dêrazorê ji helîkopertan leşker danîn, her wiha balafirên bêpîlot û helîkopteran li asîmanê herêmê digeriyan. Hate ragihandin ku hêzên koalîsyonê nuqteyeke çeteyên DAIŞ`ê hedef girt û di encamê de 3 çete hatin kuştin.
Li aliyekî din balafirên şer ên Rûsyayê di 24 saetan de li herêmên bicihbûna çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê ya girêdayî parêzgehên Dêrazor, Humis, Reqa, Hema û Helebê zêdetirî 60 êrişên asîmanî pêk anîn.”
Karzanên navçê û leşkerî hişyariyê didin ku ev rewşa hanê nîşan dide ku cîhan divê haydar bibe ku hîn zûy e nehêle ev koma terorîst bi alîkariya hin welatên ku berjiwendiya xwe li alozbûna herêmê bi taybet Sûriyê dibînin, dîsa bi hêz û bi rêxistin bibe. Çawa ku hin welatên hanê bi alîkariya terorîstan gelek deverê Sûriyê dagir kirine.